ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Piştî êrişên DYE'yê Îranê li welatên Kendavê xist
Îranê ragihand ku piştî êrişên hewayî yên dawî yên DYE'yê wan bi droneyan li hedefên leşkerî yên Emerîkî yên li Urdun; Kûweyt û Bahreynê xistine. -
DYE wê bi 2 milyar dolarî çekan bifiroşe Erebistana Siûdî
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand ku di demeke ji şerê giran ê Rojhilata Navîn de firotina çekan a bi buhayê 2 milyar dolarî ya ji bo Erebistana Siûdî hatiye erêkirin. -
Li nêzî konsolosxaneya DYE'yê ya li Hewlêrê droneyên bombebarkirî hatin xistin
Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê yên li Hewlêrê, 8 droneyên bombebarkirî li nêzî Konsolosxaneya DYE'yê bê bandor kirin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. -
Hikûmeta Iraqê ceza li ser Hizbulla Lubnanê ferz dike
Hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku bi şîrketên Hizbullah yên ku ji aliyê DYA’yê ve ceza lê hatine birîn re tu danûstandin neyê kirin. -
Artêşa Lubnanê dest bi dewrgirtina wargeha penaberên Fîlîstînê kir
Artêşa Lubnanê dest bi dewrgirtina hin noqteyên têketina deriyê Wargeha Penaberên Fîlîstînî ya Beddavî ku li bakurê welat e, kir. -
Trump ji bo planên êrîşa nû ya li ser Îranê bi koma xwe re civiya
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ji bo nirxandina planên operasyona leşkerî ya hîn mezintir a li dijî Îranê, koma xwe ya ewlekariya neteweyî kom kir. Îranê jî got, ji ber êrîşên DYE’yê 7 leşkerên wan mirine. -
Pete Hegseth: Iraqeke aram wê derî li bazirganî û hevkariyeke xurt veke
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Pete Hegseth got, xurtbûna têkiliyên bi Iraqê re bi bêçekkirina komên çekdar ên ser bi Îranê ve girêdayî ye. -
Zeydî bi Wezîrê Xezîneyê yê DYE'yê re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi Wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Scott Bessent re hevdîtin kir. -
DYE’yê hedefên leşkerî yên Îranê bombebaran kir
Rayedarek DYE’yê ragihand ku ji bo “gefên derektine holê” yên Îran têk bibin êrîşên hewayî yên nû pêk anîne. Hat ragihandin ku piştî êrîşan, li Kuweytê û li Girava Qeşm a nêzîkî Tengava Hurmuzê ya Îranê teqîn çêbûn. -
Di êrîşa Şerîda Xezeyê de 9 kes hatin qetilkirin
Îsraîlê êrişî Şerîda Xezeyê kir, yek jê zarokek û serbazekî polîsan ê girêdayî Tevgera Hemasê 9 kes hatin kuştin. -
'Di nava 2 salên dawî de li Îranê 3 hezar û 888 kes hatin darvekirin'
Kampanya "Na ji darvekirinê re ya roja Sêşemê" ragihand ku di hefteya 129'emîn de li 58 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin û diyar kir ku di nava 2 salan de li Îranê 3 hezar û 888 kes hatin darvekirin. -
Êrişên DYE û Îranê dewam dikin, ji bo Tengava Hurmuzê amadekariya qanûnê
Parlamenta Îranê ji bo ewlekarî û rêvebirina Tengava Hurmuzê pêşnûme qanûneke nû xist rojeva xwe. Mijar di demekê de kete rojevê ku rageşiya leşkerî ya li dora Tengava Hurmuzê zêde bûye. -
Lîderê Fîlîstînê Mervan Bargûtî li girtîgehê bi fîşeka plastîk birîndar bû!
Hate îdîakirin ku lîderê girtî yê Fîlîstînî Mervan Bargûtî li girtîgeha li Îsraîlê ji aliyê gardiyanekî ve bi fîşeka plastîk ji lingê xwe birîndar bûye. Rêveberiya Girtîgehê ya Îsraîlê îdîa red kir. -
Îmarat: Îranê bi fuzeyan li du tankerên li Tengava Hurmuzê xist
Îmaratê ragihand ku Îranê bi fuzeyan li du tankerên wan ên li Tengava Hurmuzê xistiye. Di êrişê de personelekî keştiyan mir, 8 jî birîndar bûn. -
DYE'yê li dijî Îranê dest bi êrişên nû yên hewayî kir
Fermandariya Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serok Donadl Trump li dijî Îranê di şeva sêyemîn de li ser hev êrişên hewayî hatiye kirin. Washingtonê ragihand ku êriş li dijî kapasîteya leşkerî ya Îranê ya li Tengava Hurmuzê hatiye kirin. -
CENTCOM: Di saetên pêş de wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê bikeve pratîkê
CENTCOMˊê ragihand ku îro (Li goorî saeta Îranê saet di 11.30’an de) dest bi dorpêça deryayî ya li ser Îranê bike. -
Balafirgeha Senayê hat bombebarankirin: Hêzên hikûmeta Yemenê êrîş girt ser xwe
Balafirgeha Senayê yê navneteweyî îro (duşemê) hat bombebarankirin. Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku ji bo daketina balafireke Îranê asteng bikin wan êrîş pêkaniye. -
Hilbijartinên giştî yên Îsraîlê 27'ê Cotmehê ye
Parlamenta Îsraîlê (Knesset) ragihand ku hilbijartinên giştî wê di 27'ê Cotmehê de bêne kirin. Hilbijartin ji bo paşeroja siyasî ya Serokwezîr Binyamin Netanyahu krîtîk tê dîtin. -
Di navbera DYE û Îranê de pêla nû ya êrişan: Rageşî bilind dibe
DYE'yê diyar kir ku ji bo parastina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê wan êrişên nû li dijî Îranê kirine. Îranê jî ragihand ku êriş biriye ser hedefên leşkerî yên li Urdun, Bahreyn, Kûweyt û Ûmmanê yên DYE'yê. -
Li Bender Ebas û girava Qeşimê yê Îranê dengê teqînan hat
Li Bender Ebas û girava Qeşimê yê li başûrê Îranê dengê teqînan hat. -
Amerîkayê li nuqteyên Îranê yên nêzî Tengava Hurmuzê da
Artêşa Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastinê û ferîbotên Îranê xist. -
Li Xezeyê êrîşên Îsraîlê dewam dikin: Yek jê zarok 3 Filîstînî hatin qetilkirin
Tevî ku li Şerîda Xezeyê agirbest hatiye ragihandin jî, êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Li gorî komên tenduristiyê yên Filistînî, di êrîşa roja Yekşemê de yek jê zarok 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. -
Lîsteya balkêş a Îranê: Trump, Netanyahu, Macron û Merz di hedefê ne
Rojnameya Hamşahri a Îranê ku li ser xeta muxafazakariyê ye, di înfografîka piştî mirina lîderê olî Alî Xamaney weşand, Donald Trump, Binyamin Netanyahu û Emmanuel Macron jî di nav de 13 kes hedef nîşan da. -
Li Rojhilata Navîn rageşî zêde dibe: Êrîşên Îranê belavî Kendavê bûn
Piştî êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser Îranê, li herêmê rageşî hîn zêdetir bû. Piştî êrîşên Îranê yên li ser Bahreyn, Qatar, Umman û Urdunê li gelek welatan, hişyarî hate dayîn. -
Îranê li keştiya duyemîn xist, DYE'yê bombe li 140 deveran barand
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan li keştiyeke din a li Tengava Hurmuzê xistine. Piştî êrişa destêkê DYE'Yê diyar kir ku ji hewayê li nêzî 140 hedefên li Îranê xistiye.